Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Çeteyên DAÎŞ'ê yên li Iraqê li sûcên xwe yên li dijî Êzidiyan mikur hatin

Berpirsyarê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saed Mean diyar kir ku girtiyên DAÎŞ'î yên ji Sûriyeyê hatin veguhestin, di îfadeyên xwe yên destpêkê de li sûcên li dijî Êzidiyan mikur hatin.

Berpirsyarê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saed Mean di derbarê lêpirsîna ku bi çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê hatiye despêkirin de agahiyan parve kir.

Saed Mean ragihand ku di lêpirsînên despêkê yên bi DAIŞ’iyan re eşkere dibe ku ew çete tevli gelek sucên cûr bi cûr bûne.

Li gor gotina Saed Mean, çeteyên DAIŞ’ê li xwe mikurhatine ku wan li dijî Êzidiyan komkujî pêkanîne, her wiha di dagirkirina hin deveran de jî çekên kîmyawî bikaranîne.

Saed Mean eşkere kir ku lêpirsînek baldar li gor tedbîrên dadweriyê li gel çeteyan de tê kirin û kesên ku tevlî sucan bûne lêpirsînek tûndtir li gel wan de tên kirin.

Hêjayî gotinêye Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê temambûna lêpirsîna despêkê ya zêdetirî 500 çeteyên DAIŞ’ê ku ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê ragihand. Hejmara giştî ya wan çeteyên ji Sûriyeyê anîne Iraqê 5 hezar û 704 çetene ku hemwelatiyên 61 welatanin.